řołe serwet

«bo kiçegewrekey serwet xatûn»
From the Book:
Gird û Ko
By:
Nafe Mazhar (1913-1998)
 2 minutes  784 views
řołe serwet ey kiçołey şoxî bê azarî min
mîweyî dił ey gułî serdesteyî gułzarî min
ey berawerdey umêd û îde û efkarî min
ey perestarî min û xizmetguzarî şarî min
ey şefabexşî diłey piř ’uqde û bîmarî min
ey kiçî zana û wird û ’al û sal û başeřef
karî xot encam eda daym be diłxoşî û şeřef
’umrî piřnirxit neçû herwa bexořayî û telef
aferîn wek şêrekiç řût kirde amanc û hedef
şad ebû bew hîmmetaney to diłî ẍembarî min
kareket nwêje û ’îbadet wa mezane kar ekey
karî to bêhyarîye û xizmet be ladê û şar ekey
xizmetî qewmî hejar û xeste û bîmar ekey
to birîndar û nexoş û bênewa tîmar ekey
her eda padaşî çaket dawerî dadarî min
wa şukir to gewre bûyt û çûyte hoz û małî bext
’aqîbetxêr bît û hîçkatê nebînî karî sext
to wekû şazade û îqbał û şanist bê be text
şadkam bît û be xoşî řabwêrî kat û wext
ey kenîşkî nazenîn ey kîjełey nazarî min
xot ezanî min be meylî xot etom dawe be şû
qet diłit neşkê be yek bołe û xutey małî xesû
hełnetoqîto be demyana wekû denkî beřû
lêt neřencên û neřencî toyş be ḧerfê zûbezû
ey kiçî fehmîdeyî xoşxułq û xoşřeftarî min
xot û ew cwaney řifêqit xizmetî seqiz biken
desgiroyî merdumanî ’aciz û milkiz biken
qet’î hatûçoy řifêqî bednîhad û diz biken
çerxî xodxahî le řêy xewf û xeter turimz biken
bo tereqî êweye feryadî min hawarî min
ger siqiz berdit beser dabat û xełkîtir şeker
berdekey êra qebûłkew qet nekey ’ezmî sefer
ger seqiz kuncî seqer bê to lewê bigre meqer
bo tereqî şareket têkoşe wek ehlî nezer
nîştimanî bawik û bapîr û dyarî yarî min
řoşnayî bin le bo řê gumkerî tarîkeşew
ba ewaneyş nûstûn bem tîşke zû hełsin le xew
her ẍemî birsî û ze’îf bê newek têr û qełew
bo gelî aynde bibne řanmaw û pêşřew
her bijî bêje şipirzePen name bawkekey bêkarî min!