mujde bê ey dił ewa řojî hunermendî hełat

be boney terxan bûnî beşê le řadyo beẍda bo ziban û edebî kurdî
From the Book:
Gird û Ko
By:
Nafe Mazhar (1913-1998)
 1 minutes  832 views
mujde bê ey dił ewa řojî hunermendî hełat
sedşukir dêwî şewî tarîkî řaykird û hełat
ew demey lehcey zibanman kewte gwêçkey komełan
mîşkî çend lawanî jîrî xiste ser bezim û pisat
mîremerdêkî mudîr û xawenî jîn û jyan
xwa dewamî xoşewîst û xoy û ewladî bidat
jînî ew bû çen hezar kelley řeqî hênaye kar
wek giłopî karebayî řoşnî berda wiłat
hîmmetî mêjûnûsî dahîyey diłsozî kurd
ladeyîşman hem le ewza’î cîhan aga ekat
ey emînî bazeka wełła sizawarî eweyt
çaktirînî ême birjangî bimałê xakî pat
çûn le hîç qernî tira diłsozî wek toman nebû
řoj û şew ferze leser giştiman bikeyn mediḧ û senat
çûn le řêgey nîştîmana nasrewî û manû ebît
ser şipirzePen name û çen kesî wek min kewê derd û bełat