çi xoşe herkesê ke emřo le dinyada ke bêkes bê
From the Book:
            Gird û Ko
        By:
                Nafe Mazhar (1913-1998)
        
             1 minutes
             1278 views
        
        
    çi xoşe herkesê emřo le dinyada ke bêkes bê
ne wek min çûnke kesdarim neyanhêşt fêrbibim kesbê
le êran û êraqa û şar û dê geřyam û têfkirîm
kesêkî dîm nedî wek xom kewa bêkar û bêdes bê
emêstaş her xerîkî swałkerî û tîke řifannime
benaw exwênim û bezyad nebê karê kewa pes bê
le çiłka dařzamu ser gunî xoy şîn nekird cibrîl
xwa kwêy jan eka wextê ke ’ebdê gîrî meḧbes bê
be şwên meqsûdî xot û arezûy diłta heta ’umirit
îtir aware be nafî’Pen name hetakû xwa ełê bes bê