wiłamî eḧmed şukirî bo şipirze

From the Book:
Gird û Ko
By:
Nafe Mazhar (1913-1998)
 1 minutes  629 views
ey badî seba heste meweste
em nûsrawey min le kołit beste
bîbe bo cundî eweł musteşfa
namekey şukirî dił piř le cefa
biłê gileyît le ew kirduwe
ełê zibanî te’xîrî buwe
ew bêtawane êsta wek caran
hemû ḧefteyek dernaçê ziban
eyna herwextêk leçap dirabê
be bêşk ebê bo to nêrdirabê
meger carbecar lebîrî çûbin
dwakewtibin boy nenardibin
wekû emcare becarê duwan
nardî zibanî ebiřn dûzban
şukirî leřastit zibanî lałe
ełê ba besbê meyke be gałe
bê zewqe nafî’Pen name êstake ziban
bêbeş le qise û eş’arî cwan
ca leber ewe kake bê nef’e
boyê dernaçê mangê çend def’e
hergelê qedrî zibanî zanî
namênêtewe be diłgiranî
xo ême qedrî yektir nazanîn
ke madam waye her perêşanîn
ew qewme kewa zibanî lałe
le nezer mina xwênî ḧełałe
xełkî bo ’ilîm û sen’et û ziban
be şew û be řoj hewł eden begyan
carcar binêrin eş’arî şîrîn
bo ziban yaxo bo ẍezetey jîn!