çen xoşe

From the Book:
Gird û Ko
By:
Nafe Mazhar (1913-1998)
 1 minutes  754 views
çen xoşe dûbedû le xyaban û baẍ û sûç
des xeyne ser milî yek û deskeyn be maçûmûç
wextî behare û sêberî dare û kenarî şar
seyrî fiřey melan û xuřey aw û kêwî qûç
bênin şeřab û areq û tar û dimek le tek
ew yare wa ke dûrî eka bê xeta û sûç
ḧeqqî hezar sałe xemî lê esênmo
ew kafre ke gîr ebê eger mûçmî le mûç
řasî teniştî yare beheştî emin mela
êtir meřêse zor û mełê qewlî hîç û pûç
xozge desim eřoyî bikem sûznajnê
wa’êz serî zibanî be dirzî qilûç qilûç
lotî sifet be taney xełkî ḧewałeke
řêk nabê jînî ademî îlla be qaç û qûç
sernagrê le pałewe nafî’Pen name xeyałî dił
xot bey legez le menziłî germa be lingî qûç!