saqî were

(texmîs leser ẍezelêkî muxlîs)
From the Book:
Gird û Ko
By:
Nafe Mazhar (1913-1998)
 2 minutes  827 views
beynêke girtûme leber ẍusse kenarh
dił mat û melûle çemenîş fesłî behare
aw û guł û seḧra emeye ’umrî dûbare
saqî were bom têke pyałe be jumare
mutrîb be newa bêne def û çeng û neqare
ey şa’îrî şîrîn qise dey des bere kîfit
bîxwênewe yek dû ẍezel eş’arî şerîfit
ey min be fîday lehce û guftarî letîfit
sazoke muẍennî le kelamatî zerîfit
bom xwênewe em şî’re diłim piř le şerare
kwan em dese meyxiware netirsin le melamet
bênin dimek û bezim û hera bê be qyamet
lêden be hewes kosî beşaret be siłamet
ba pîrî muẍan bêt û besed lutif û keramet
fermê ke ḧełałe bexwa maçî sitare
tîẍî cigere ya xemî ebroy etoye
neş’ey meye ya nergisî cadûy etoye
’etrî gułe ya řayḧey mûy etoyh
tûbaye eme ya qedî diłcûy etoyh
xurşîde weya řûmetî ew şoxe dyare
bo xom nekujim yêxe nekem pare le daxa
min mat û melûl xełk û řeqîban le demaxa
bem wexte le dax ew butî şîrîne be şaxa
gahê ke eka lence wekû serwe le baxa
ya tawwisî meste behemû řeng û nezarh
’eqił û edeb û zîrekî û fehim û fesaḧet
dam giştî le řêy ’êşq û nema ẍeyrî felaket
her ’adete ’aşiq nîyetî kesb û feraẍet
hatim be umêdî huner û ’îlim û belaẍet
bo şarî seqiz me’denî eşxasî kêbarh
sewda buwe ustadî mukemmel şew û řojim
řaburd be heway zulfî muselsel şew û řojim
yekdef’e heta kirdî mu’ettel şew û řojim
êsta ke le cêy dersî mutewwel şew û řojim
muşẍułî mutałay serî zulfeynî nîgare
çen xoşe kesê ’îşqî kesêkî le sera bê
daym be xeyałî lebera ’eksî xirabê
ba dilberî êmeş le diła řeḧmî nemabê
bem ḧałete şêwawe eger badî seba bê
em me’remî pêẍame bika lutfî dûbare
nafî’Pen name çîye bêçare kuřî ’aşiqî muflês
ḧeyran û perêşan û serasîme û bêḧês
dił piřẍem û hawserkemu bê hemdem û mûnês
çûn şî’rî eto ba’îsî qendî lebe muxlêsPen name
emřoke ełên eşhedubîlla mezedare