terkî peywendî

From the Book:
Gird û Ko
By:
Nafe Mazhar (1913-1998)
 2 minutes  695 views
bem hey’et û şikłe ke dełêy weḧşîy kêwim
key layqî mizgewt û qisey şer’ û kitêwim
êsta ke ’ewamim û eger hatû melayş bim
çî dawe le ew mertebeye ḧeq û ḧisêwim
çon pêm ekirê men’î şeřab kem le şeřabxor
çûn hemdemî eqdaḧî meye dayme lêwim
qet bom ekirê nehîy nezerbazî le xełkî
xom lotî û lusbazim û meşẍûłî hetêwim
çûn řûm heye bêjim ke meken ẍeybet û buxtan
xom ẍeybet û buxtanker û erbabî cinêwim
çon pêm ekirê mew’îzeyî terkî ’elaqe
xom řoj û şewan her le xeyałî zeř û zêwim
çon emrî selîmî bikem û emrî ḧelîmî
xom tuře û serkêş û ẍezebnak û bizêwim
mer ca be kerem bê legełim ḧezretî dawer
řeḧmêk û nezer kat be ḧałatî peşêwim
lem ḧałete bimbate eser ḧałetêkî tir
’erz û felek û ’eřş beyek xitwe bipêwim
emcare deba mesnedî babim nedenê û cêy
ba mêsir û ḧełeb bêt çi le êre çi lewê bim
qazancî serumałme îbtalî ’elaqe
çen xoşe ke xwêş hîçî neka xoşî bexêwim
«nafî’»Pen name le seqzida beřełayekî feqêye
ḧeyfê ke debin gahê lebo mesxere nêwim!