pirs û řa be awez

From the Book:
Gird û Ko
By:
Nafe Mazhar (1913-1998)
 1 minutes  816 views
bo def’î ẍem ke ẍem dił û ḧewasmî řifan
birdim pena be ’eqił ke her ew muşîr ebê
lałamo zor û zar û witim pêy ke ẍeyrî to
hîçkes nîye biłêm be xwa destigîr ebê
meḧzûn û bêzbanim û mecnûn û bêdiłim
tedbîr ke kar be tedbîr û bîr ebê
fermûy biłêyn çî kake ke bedbextî waq’în
bo bextiřeş beheştî îrem wek se’îr ebê
emma biřo sefer bike gwê bigre ey bira
ewkes sefer bikat suxendan û jîr ebê
êjin ẍerîb û bêkes û bêcê û zelîl û kiz
çiłkin sipêwin û denezar û feqîr ebê
’aciz bû lêm û pêmî wit ey xesteyî zebûn
nazanî her xwaye besîr û nesîr ebê
emnîş be gwêy gyan debîsim debê biřom
teqdîr ta çilon beserma qedîr ebê
nafî’Pen name ke zanî řase xudaye nesîr û řefit
azad ebê bizane û ya her esîr ebê?