yekyetî

From the Book:
Dîwanî Fayiq Bêkes
By:
Faeq Bekas (1905-1948)
 1 minutes  702 views
pyawê ke xawenî ḧewt
kuř bû, carê nexoş kewt
witî: axrî ’umirim
hatuwe řenge bimirim
waçake hetaku hem
kuřekanim temê kem
řêyekyan nîşan bidem
nekewne mîḧnete û ẍem
emca řojê le řojan
bangî kirde hemûyan
lelay xoyewe daynan
kewte we’iz û temêyan
baqeyek darî danê
witî kamtan etwanê
em darane bişkênê
hunerî xoy binwênê
ewanîş lêyan wergirt
qisey bawkyan le gwê girt
hewłyan da bo şikanî
bełam her neyan twanî
bawik lêy wergirtinewe
baqekey bo kokirdinewe
heryeke darêkî bird
zû şikandî dest û bird
emca bawik řûy tê kirdin
witî řołe gwê bigirin
êweş ger lem jyane
cyabin wek em darane
şikandintan zor asane
paşeřojtan perêşane
bełam eger leseryek bin
dereqettan naye dujmin
hemîşe berz û řû sûrin
serbest û şad û mesrûrin