tema’karî

From the Book:
Dîwanî Fayiq Bêkes
By:
Faeq Bekas (1905-1948)
 1 minutes  709 views
dû pişîley cût û řêk
hestan çûne cêyêk
bo dizîy selkê penîr
kewtine pîlan û tedbîr
wextê tedbîr řêk xira
şwên û řêga danra
çûne serî dû be dû
penîryan desgîr bû
bo tema’ û beşî zor
lêyan bû be şeř û şoř
têr û piřyan leyek da
taku hêzyan lê biřa
katê tewaw mandû bûn
şer’yan birde lay meymûn
wityan etkeyne qazî
herdûkman bike řazî
meymûn hesta zû bezû
hênaye pêş tirazû
penîrî let kird bedem
beşê zor û beşê kem
xistye em ser û ewserî
tirazuwekey hełbiřî
destî kird bekêşanî
layek giranî hanî
meymûn qepałî lê girt
ta becarê kelî kird
emca biçuk bû serkewt
ewî tirîşyan dakewt
lem parûyek lew parû
ta penîrî xward hemû
pişîlekan bebê beş
manewe mat û řûřeş
xulasey em qisane
tema’kar peşîmane
ewî bed û nařêke
bedił nefretî lê ke