to çît? min kurdim!

From the Book:
Dîwanî Fayiq Bêkes
By:
Faeq Bekas (1905-1948)
 1 minutes  901 views
to çît? min kurdim netewey gurdim
xo tirsinok nît? ḧaşa neberdim
çî toy lenaw bird? dû diłî û nîfaq
çon řizgar ebî? her be’îttifaq
biłê çît ewê? berzîy wetenim
bexořayî na, begyan û tenim
çît le baraye? xo fîdakirdin
boçî? le řêgay mîlleta mirdin
kwa, çekit çîye? sewday wiłatim
ey piştîwanit? ’ezim û sebatim
řastit pê biłêm? fermû gwêm lête
beqsem ekey? serim le řête
beřastî û pakîy hewł û têkoşîn
le kursî û kîne û diro çaw poşîn
emanet nebê karit zor leqe
beşt hemîşe negbetî û şeqe