tawê tir emirim

From the Book:
Dîwanî Fayiq Bêkes
By:
Faeq Bekas (1905-1948)
 2 minutes  722 views
le seremerga însan hendê şitî bexeyałda dêt ke le hîç katêkda bexeyałîda nayet û betaybetî eger şa’îrbêt le ẍerîbî bêt, wa mamosta a.bi hewrî pêşanman edat çon le sałî 1935 le daralim’ilmînî îbtida’î le beẍda bêkes leser serînî nexoşî betemay xoy nemawe û em çend şî’rey nûsîwe:
ta jyam jînim witit zebûn bî
gerdûn mergîşim her ebê win bî
bê nexoş kewtin bê wey bê nałe
«bê derman xwardinî kaẍez û pyałe»
bê diktor hênan bê çaweřwanî
bê germa û nirkey demî beyanî
bê kes le jûr ser bê bawik bê bira
lem jûre tare bê mom bê çira
bê xuşk bê dayk le jûr serînim
befirmêsk bişon dûtoy birînim
bê dulber carê bê xoy binwênê
benaz payey cerg le binc derbênê
«bê heway fênkî goyje û beranan»
bo bergey ah û weyşûmey gyan dan
tawê tir emirim lem dûr wiłate
dił piř le xozge û ax û awate
laşekem bê gyan heta beyanî
leser çerpaye û lejêr betanî
emênêtewe ta ceres lêdan
ke zanra mirdûm ebête seyran
dewrim lê eden qutabî dirişt û wird
aw bênin xêra sabûn dest û bird
emşon be’awî sard û sabûnî
teřpêçim eken bê çend û çûnî
bê elḧed kirdin lem xak û xołe
emnêne çałê lem deşte çołe
ke cêyan hêştim begrye û zarî
gyan perwaz eka bo xizmet barî
ełê nûsrawe le qebirim bexwên
min le qewmêkim bê řêge û bê şwên
derdî dûdłî zebûnî kirdûyn
qazancî xoyî û zem û şeře cwên
xwaye to leber pyawçakanî xot
řizgaryan bike le zincîr û kot
zincîr û kotê zorî nezanî
naydoznewe řêy zîndeganî