cejnî çî?

«beboney řûdawekanî 1946 û 1947ewe»
From the Book:
Dîwanî Fayiq Bêkes
By:
Faeq Bekas (1905-1948)
 2 minutes  765 views
cejnê beşêwey peşêwî û beşîn
be ah û of û benałe û girîn
be’awazî dił, diłanî ẍemgîn
be’ahî sard û bebirjey birîn
řazabêtewe, cejnî min kwanê!
kwa şadî, kwanê, kwa kameranî!
***
cejnê berzanî dîl û derbeder
řêkanîy diłsoz mat û quřbeser
xuşkan le xwêna çeqîw ta kemer
bo herla biřoy şîn bê seraser
ew cejne kořî şîn û şepoře
dił piř le zam û jyan serşoře
***
cejnî nwê cejnî qaremanan bê
yadî xoşnaw û kake ḧemegyan bê
bo xeyrî û ’îzzet şîn û giryan bê
kwa cejne? şîne řojî giryane
kurdistan matem, her quř pêwane
***
cejnî xuşkanî berzanîy kiłoł
lê qewmaw, bê kes, leşîw û le doł
ya le tel benda le «dyane»y çoł
xwardinyan berd û diřk û dał û xoł
ew cejne řojî qatî û qiřane
qiřanî korpe û kiçî kurdane
***
cejnê cêy bînîn jûrî zîndan bê
cejnaney lawan kotî giran bê
mîllet hejar û řût û bê nan bê
şadî û bezmiman cigere kêşan bê
yaxwa ew cejne bezehrî mar bê
gyanim bê bexak, leř aguzar bê
***
cejnê cejnime xakî nîştiman
jêr çepok nebê û bijî kameran
mîllet têr û piř berz û şadman
daykan bîsiřn firmêskî çawan
katê cejin ekem bigem bemrad
mîlletim şad bêt, nîştiman azad
***
tołey lawanî le dar dirawim
xwênî gencanî kurdî kujrawim
bisênim ewsa nanî biřawim
destigîrim bibê tabî henawim
ewsa piř bedił ełêm şadîye
ełêm wa cejnî gel azadîye