tûşî lafawî ’îlmim bûm...

From the Book:
Dîwanî Fayiq Bêkes
By:
Faeq Bekas (1905-1948)
 1 minutes  3009 views
tûşî lafawî ’îlim bûm û bełam zû derpeřîm
swarî wa pořî cehil bûm û benawya tê peřîm
sed şukir oxey necatim bû le basî ’îlim û fen
namgirin carêkî tir boye le keyfa hełpeřîm
gerçî ta êsta witûme! tê bigen zû pê bigen
bew qisanem qet’îyen baweř meken, seg bûm weřîm
xwêndewarî şêtîye, her cehle însan ser exa
ger lemewla nawî ’îlmim bird bizanin serserîm
hênde te’qîbî heqim kird takû nanî xomim biřî
sûk û řîswa bûm lenawa gîrewey axir şeřîm
min ke zanîm ḧałî zana nefye. ḧepse- ya şeqe
her kîtabêkim hebû dwênê le daxana diřîm
pyawî dana ’eqłî dana zanîy boy naçête ser
bergî nadanîy leber kird bû be xawen zêř û sîm
şerte ker bim bare gwêzim lê binên xiřřey nebê
ba demê zor û kemê wek bê ẍemê bo xom bijîm