ey mang

From the Book:
Dîwanî Fayiq Bêkes
By:
Faeq Bekas (1905-1948)
 2 minutes  4545 views
ey mang min û to herdû hawderdîn
herdû giriftar yek ahî serdîn
to wêł û řeng zerd be’asmanewe
minîş derbeder be şaranewe
dexîltim ey mang qîbley diłdaran
dermanî derdî diłey bîmaran
şewêke û emşew bigere firyam
bê yar û hawdem ’aciz û tenyam
diłzar û bêzar pest û ẍemgînim
gîrodey dawî yarî şîrînim
diłbendî ’eşqî ew bełek çawem
şêt û şeyday ew egrîce xawem
lewsawe ewm kewtote xeyał
giryane pîşem bûme koy zuxał
ey mang to şu’ley ’eşqî pîrozî
to neş’e bexşî diłî besozî
min swêndit edem be’îşq û cwanî
benesîmekey berî beyanî
beserhatî xot bo min beyan ke
derdî giranim nextê asan ke
duçarî çî bûy wa peşêwawî?
leber çî pest û mat û damawî?
pêm biłê tuxwa çend cwanit dî?
çend cûte yarî des le milanit dî?
çend kořî bezmî ’aşiqanit dî?
çend text û bext û xan û manit dî?
çend qehreman û çend sułtanit dî?
çend qewm û mîllet, çend şaranit dî?
çend şeř û şořî bê amanit dî?
çend bordumanî kurdistanit dî?
çend kifnî ałî şehîdanit dî?
çend bê kesanî perêşanit dî?
çend derbeder û mał wêranit dî?
çend çawî sûrî piř giryanit dî?
ey mang ewende seyrî dinyat kird
seyrî nîfaq û zułim û řyat kird
boye bem řenge karî lê kirdî
řeng û şu’ûrî becarê birdî