beharî silêmanî

From the Book:
Dîwanî Fayiq Bêkes
By:
Faeq Bekas (1905-1948)
 1 minutes  712 views
seḧra ełêy beheşte
dił arezûy le deşte
ḧezî le seyrî geşte
kujrawî çawî geşte
gîrodey xałî řeşte
yarim şazadey řeşte
***
řojêkî bê qusûre
dinya baẍ û qusûre
piř le ẍîlman û ḧûre
xefet le dił bedûre
gwêt le neẍmey tuyûre
wêney saz û semtûre
***
«pîr mîkayîl» bibîne
diłgîr û xoş û şîne
herwek tawis řengîne
cêy bezim û hełpeřîne
seyran û pêkenîne
piř naz û nazenîne
***
cê her «qorye şikaw»e
wêney xo nebînrawe
meşhûr û zor benawe
biřwanî le her lawe
destey kiçan û lawe
wek çinar û lawlawe
***
xoşî le «serçinar»e
çîmen û mêrẍuzare
hewakey mîşkibare
dar û berdî xumare
seyran kerî hezare
cêy bulbul û huzare
***
çwar şemmuwan heraye
řojî bezim û sefaye
azadî aşkiraye
řeş bełek û semaye
bo derdî dił dewaye
kaşkî herwa buwaye
***
xwaye hemû beharan
bexoşîy xizim û yaran
biçîne bezim û seyran
êmeş herweku şaran
benûrî ’îlim û ’îrfan
awa bibê wetenman