tyatro bibê çatre

From the Book:
Dîwanî Fayiq Bêkes
By:
Faeq Bekas (1905-1948)
 3 minutes  821 views
xełqe, nemzanî zor peşîmanim
hecwî tyatrom kird, lał bê zimanim
destî şikawim bo ew zemane
ke «nobar» îşî ekird lêrane
zemanêkî zor xoş bû birader
kaşkî her lêre bûnaye ta ser
lewsa řoyştûn zor bê qerarim
hemîşe mat û pest û ẍembarim
êsta ke şewê bû be se’at sê
bo derman le der nabînî kesê
خûاە û naxwa hî em xełqe bezor
eçne małewe bo jêr lêfe bor
seyrî şar bikey ke çend tarîke
bê zewq û bê deng bê elkitrîke
her wa ezanî ke qebiristane
ya çeşnî babil hemûy wêrane
bełam kakî xom betarîke şew
şitî wa ekirê nebînrê bexew
hendê şit heye ba toş bîzanî
eyłêm ba le kes nebê penhanî
çend kesanê hen le gencî weten
ke şewyan lê hat her qumar eken
her şewey eçne małî yekêkyan
xerîkî yarîn ta berî beyan
notî taze û kon dête fiřk û hûř
kořyan germ ebê herweku tenûr
pare da’enrê ewsa beteẍar
řupyey tya eřwa le sed ta hezar
seyre, heraye, řupye barane
bigre û berdeye, swên û qur’ane
ew ełê bexwa naydem hîy mine
em ełê řabûrd, destit bem gune
le paşa lêyan ebête hera
katê ezanê yarî têk dira
emcar ewaney ekewne latî
lêy pał ekewn lewê bematî
henasey sardyan derdê le derûn
însan le tawa boy ebê meḧzûn
bełam ẍałbekan şad û mesrûrin
serberz û qinc û qît û řûsûrin
dengî pêkenîn eřwa de qonax
egeşênewe herwek gułebax
enca wek teraḧ řa’ekşên enûn
desteyek dił şad, desteyek meḧzûn
bew řenge xoyan perêşan eken
kasbî û têkoşîn bo şeytan eken
ewqatî xoyan wa řa’ebwêrin
mang bedeqîqe û se’at ejmêrin
mang zor dirêje bo pyawî nabût
ta me’aş edrê řoḧ dête ser lût
naçar efendî bo qumarî şew
pare qerz eka da’îm lem û lew
me’aşî hemû serapa qerze
danewey qerzîş dyare ke ferze
herwa ta emrê dwanze mangey sał
muḧtac û late le ḧałetî swał
gîrfanî sûk û pak û temîze
qerzar û muflîs sûk û serḧîze
emca ba basî nexwêndewaran
nextê bekurtî bikem bo yaran
ewanîş hemû beşew serxoşin
lakey seryan dê mest û bê hoşin
desûřênewe ta řoj wekû mar
bedway hetîw û ’areq û qumar
xulase tyatro ke seferî kird
em şare bexwa zor zererî kird
ger tyatro bê eḧwał nagořê
pare beyarî hênde nadořê
bemîqdarêkî zor herzan û kem
însan keyf eka der’eçê le ẍem
xirap geyştim le ewełî îş
simêłim dana le pênawî řîş
em wit wasîtey latîy em şare
bê şik taqim û coqey «nobar»e
axrî řoyîn boyan çoł kirdîn
eger çî nextê pareşyan birdîn
dwa řojim ewende xirap dête berçaw
firmêsk bo caran eřêjim wek aw
eger hatnewe maweyan biden
xêrtan enûsrê ba yarî biken
mîsalêke zor nayab û fesîḧ
witrawe def’î eqbeḧ be qebîḧ!...