dad le dest tyatro!

From the Book:
Dîwanî Fayiq Bêkes
By:
Faeq Bekas (1905-1948)
 2 minutes  829 views
xeyał û ’eşqî tyatro, fayqPen namey kirduwe perêşan
meraq û derdî kem bû, ewîşî hate ser şan
caran ẍemî wirgim bû, êsta leweş tiraza
talîbî bezim û řezmim, ma’îlî çałẍî û keman
nazanim hewłî çî dem, hewłî qût û îdare
yaxud bo parey tyatro bikewme saxte lêdan
ḧasłî tûşî dawê bûm nîye řêy necatim
da’îm meḧzûn û muflîs hemîşe mat û ḧeyran
beřoj şan û qoł ekutîn, sa herçêkman des kewê
şewê teslîm be «nobar» ekirê û eyxate gîrfan
xo ewendeş negbetim her eçme řîzî ewweł
ełêm gom heta qûł bê meley xoşe bo însan
bew řenge małî bawkî xom kawil kird becarê
weha peřpût û lat bûm bo pulê eçme asman
xêrê ke em ’aleme eydenewe bo «nobar»
bawik bo ewladî xoy naydatewe beyezdan
pare û pûlman lê biřa, kewtîne mał firoştin
tenya lêfeman mawe, ewîş exrête meydan
karê em tyatroye kirdî bem ehlî şare
ba be dewarî şiřî naka ebed řefîqan
ełên dinya emîne nema çete û dirozin
keçî êstake zyatir çete kewtote nawman
ferqî «nobar» û çete ebê çî bê birader?
ewî ke «nobar» eyka, nayka çetey besezman
sîřřêkî zor ’ecîbe ger tê fikirî be dîqqet
meḧwî wiłatit eken hêşta memnûnî lêyan
xułase kes nemawe topî agir nedabê
me’mûr: qerzar û muflîs, kasb: ḧezîn û giryan
xwanexwaste wez’îyet bem new’e bê heta ser
hemû leber bê nanî bo swał eçîne şaran
heta zuwe ’îlacê emane lêre derken
wabê berge nagrîn, îtir wîcdanî xotan!...