bargey yaran

From the Book:
Bargey Yaran
By:
Hemin Mukriyani (1921-1986)
 1 minutes  1610 views
dêt û řadebrê weku serwî řewan min çibkem?
ke bequrbanî nekem řûḧî řewan min çibkem?
qedî ew şoxe weku dûx û xedenge efsûs
piştekem kome weku małî kewan min çibkem?
taze hengawî şilim kwanê debê bo şewřaw
cwane zor cwane bełê řewtî kewan min çibkem?
zebrî awzengî biřa û şil buwe destî ciłewm
dê dena piřmeyî bor û bidewan min çibkem?
jwanî xoşî heřetî lawetî dête xewnim
katî awîlke degeł zîndexewan min çibkem?
şew heta řojê leber êşî leşim nałem dê
dête gwêm dengî «gelo» û «nîweşew»an min çibkem?
bargeyan têkewe pêça û beřê bûn yaran
lednê wa betenê paşî ewan min çibkem?
jyanî min êste weku xorî demî zerdepeře
pêm nema tîn û guř û hêz û tewan min çibkem?
sirwe hat xunçe gułî baxî edeb pişkûtin
baxewanî gereke taze cewan min çibkem?
aw nebû ew demî hêmin melewanî kurd bû
aw şukir zore werin zû melewan min çibkem