yařeb diłim le ḧelqey zułfî cuda nebê

From the Book:
Dîwanî Xadim
By:
Khadem (1895-1953)
 1 minutes  521 views
yařeb diłim le ḧelqey zułfî cuda nebê
destim le damenî be dexałet řeha nebê
xałî nebê le xałî lebî qet xeyałî min
boçîme em sere ke leber pêy fîda nebê?
’umrêke çawenor y cîlwey řûtim le nîwe şew
zułmet serayî min emewê bê zya nebê
daẍî diłim le cîlwey řûy toye şu’lewer
bem şu’leye umêde ke qet bê çira nebê
mutrîb be sazî ’eşqewe bom lêde لەحزەێ
zor bê newaye em diłe ba bê newa nebê
zahîd ke řayexî ḧesîre le zuhda çe xoşîye?
em ferşe bo ryaye eger bo řya nebê
bo wesfî ’etrî zułfî biłêm çî weku çîye?
teşbîhî ew ekem be xeta eger xeta nebê
keştî şikawî beḧrî ẍemî bu necatî xot
hawarî yaxuda bike ba naxuda nebê
meclîs mebeste bê řuxî dulber le nîweşew
ger kareba nebê em kare ba nebê
xadîmPen name ẍułamî ehlî diłe gerçî bê diłe
takû le bezmî ehlî sefa bê sefa nebê