destî nazî birde řûbendî nîqabî kirdewe

From the Book:
Dîwanî Xadim
By:
Khadem (1895-1953)
 2 minutes  498 views
destî nazî birde řûbendî nîqabî kirdewe
şorî xiste bezmî meḧfel yar be nazu xendewe
pêm ełê esrarî dił penhan ke penhan çon ebê
wa be lêwî wişk û çawî teř be řengî zerdewe
ḧusnî efroşê le bazarî xîred bem neqdî can
mişterî ḧazir hezaran ta dukanî kirdewe
zemzemey hawîşte dûnya cîlweyî ḧusnî besoz
’alemî sûtand be carê agirêkî kirdewe
sunbulî zułfî ke lada ger henasem wek nesîm
nergisîş çawî hełêna ẍunçe lêwî kirdewe
bû be seḧray xuten dunya ke dîm meşşate bû
ḧelqe ḧelqa zułfî muşkînî le yek cwê kirdewe
yar le xeymey nazewe ’uşret eka bakî çîye
xiştî balîn teř bika çawim be ahî serdewe
řûyî wek laley le xeşma yek nîgahî kirde dił
daẍî ḧesret bû ke kewte naw diłî piř derdewe
ta dełêm řeḧmê bike cewrî zyatir dête pêş
dadî min napirsê dulber bew diłey wek berdewe
ta le awêney sefa tûtî diłim te’lîmî girt
têgeyî to bûy mu’ellîm wa le paşî perdewe
ba bisûtê dił be şem’î řûyî to perwanewar
ba binałê xadîmîşPen name her şew be ahu derdewe