îmşew legeł xeyałî to her çendû çûnme

From the Book:
Dîwanî Xadim
By:
Khadem (1895-1953)
 1 minutes  607 views
îmşew legeł xeyałî to her çendû çûnme
mayey ḧeyatî can û diłî zor zebûnme
daẍî diłim ewende le coşaye mewc eda
seḧra le lale ẍerqey gerdabî xwênme
bem neş’ewe ḧeyatî dûbarem jyayewe
lem ḧałe key xeyałî hebûn winebûnme?
bergî gułî sirûrî mine awî tîẍî ’eşq
subḧî beharî min kefî deryay xwênme
şîrîn mujet ke tîşey beharî ’eşqime
bo zexmî can û sîney wek bêstûnme
lem bezmî newbehare leber zu’fî talî’im
mewcî şerabî ’eşqime le camî nigunme
xadîmPen name le eşkî da’îmî ke depirsî le çawî min
xwênawî cerge ke le coşî derûnme