badeket zor xoş bû saqî tu xuda bom têkewe

From the Book:
Dîwanî Xadim
By:
Khadem (1895-1953)
 1 minutes  620 views
badeket zor xoş bû saqî tu xuda bom têkewe
min ke bot têkewtûm emcare toş bom têkewe
dû be dû badest le gerdin danîşîn lem xełwete
dulberu min, mutrîb û to, mey legeł, ney pêkewe
min be bezmî xom û pîrî baẍewan meşẍûłî baẍ
guł legeł bilbil xerîke her kese be şitêkewe
baẍewan em sêwe wa eşnê be laqî darewe
her le kułmî yar eçê tuxuda etoş bom têkewe
tûşî ’eşqî dulberêkim wesił û hîcrî agire
’eşqî çî kewtûme coşî şu’ley agirêkewe
dił be şem’î ’arîzî perwane sa perwazîye
tirsî dawî zułfî bû çerxî be řûy tirsêkewe
ca’îlî leyl wineharî turrey zułfî kewa
«xalq alasbaḧ»Arabicy řûy xistuwete naw ḧelqêkewe
xadîmîşPen name cewlanî zułfî dî beser ’arîz gutî:
ey ’eceb bo nûrû zułmet kifru’îman pêkewe