demêke dił esîrî ḧelqeyî zułfî xemî xawe

From the Book:
Dîwanî Xadim
By:
Khadem (1895-1953)
 2 minutes  645 views
demêke dił esîrî ḧelqeyî zułfî xemî xawe
teme’ bo daney xałî bû neyzanî kewa dawe
le ’eşqa ’aqłî mecnûnîye mecnûne ’aqił bê
ewey danaye eybînim serî lem řêge danawe
hewa nafey xuten eřjê, seba ’etrî yemen dênê
meger dulber serî zułfî bedem badî seba dawe
giřan barî le řeftara sebeb zułfî bû nemzanî
ełêy řeş mare wa pêçî be dewrî serwî qed dawe
leher řêga girîban gîrme ẍem mołetim nada
cuda nabê le min yekdem ełêy qerzî be min dawe
ḧeyatim çunkî te’lîqe be xendey ẍunçeyî zarit
tebesum boçî pakey xo qyamet pirdî nepsawe?
witim qurban perêşan bo ekey zułifit be ’arîzda
perêşanin hemû ’alem ełên wa řoje gîrawe
be xende destî nazî birdû egrîcey belada da
eger zułfî baładawe welî bo dił beław û dawe
birot mîḧrabî ta’etme cemałit qîbleyî diłme
le ke’bem çî le bo secde ke min qîblem negořawe
be xadîmPen name ya be derbanî qibûłim key le dergey xot
be qet’î namewê min çîm le gułzarî cînan dawe?