le bezma nasyey şewqim le dûrî to bû piřçîn bû

From the Book:
Dîwanî Xadim
By:
Khadem (1895-1953)
 1 minutes  644 views
le bezma nasyey şewqim le dûrî to bû piřçîn bû
be řûy sefḧey řuxsarî zewqim eşkî xwênîn bû
nîgah bo bêstûn awêney weḧdet bû bo çawim
xeyałî kohken bû bo diłim teswîrî şîrîn bû
le afatî hemû řehzen ,çe perwa ẍunçeyî dulber
xeyałî bałî bilbil bû meger mujganî gułçîn bû
perêşanî le elfazim buwe arayşî me’na
leser dîbaçey gułgun řuxî mezmûnî řengîn bû
tesella nîsbetêkî kem be ’aşîq řû eka wextê
giran xwabî le ferhada le çawî çawî şîrîn bû
le xewda tîre bextî talî’im bê řaḧetî hêna
serî sewdayî min bû le neqşî xiştî balîn bû
le qet’î perçemî bo řojî řuxsarî eda pirtew
kewa bo serbiřînî kafran bo řewneqî dîn bû
tema’î maçî řuxsarî le çînî zułfî dił ḧepse
le řêgey řaste bo çîn çû qeder meylî be maçîn bû
seba bo merhemî zamî diłî xadîmPen name kizey gerhat
le teskînî diłî zanî ke nefxey zułfî muşkîn bû