emaney ’aşîqin dyare be řeng û çehre me’lûmin

From the Book:
Dîwanî Xadim
By:
Khadem (1895-1953)
 1 minutes  690 views
emaney ’aşîqin dyare be řeng û çehre me’lûmin
emaney munkîrî ’eşqin ker û hem cahîl û şûmin
le meḧfel da weku perwane bo şem’î řuxî dulber
giř egirin zû be cîlwey em cemałe agir û momin
le mekteb xaney ’eşqa medresyane ḧusnî yar
bu lutfî yar meẍrûrin be emrî yar meḧkûmin
le me’nada wekû şahin le mułkî ḧukim řanî da
keçî zahîr leber çawit gedaw řût û meḧrûmin
le pêşî ton û seyrî ’alemî dunya eken daym
beyek leḧze le şerq û ẍerb û mułkî fars û řomin
îşarey penceyekî seqfî gerdûn têk eda xirka
le zahîrda ke eybînî ełêy em qewme mezłûmin
ẍełetyan her seḧîḧe, kifryan her nûrî îmane
gunahkarin le zahîrda, le batîn cumle me’sûmin
mîsalî saye nîsetyan legeł xurşîde dewranî
le bazarî wicûdan û becîlwey řoje me’dûmin
neseb cêy î’tîbarî bû emane qiset nîye xadîmPen name
şehnişahin le ’alem da eger sa’îl eger domin