lêm geřên ba goşegîr bim ey řefîqan sed aman

From the Book:
Dîwanî Xadim
By:
Khadem (1895-1953)
 1 minutes  764 views
lêm geřên ba goşegîr bim ey řefîqan sed eman
nayełê katê řeḧet bim fîtneyî dewrî zeman
çerxî çep gerd her be kamî dujminan exulêtewe
qet bekamî dostan carê nesûřa asman
girye eřjênê beser řuxsarma xwênî ciger
řengî zerd û eşkî ałim wek ’eqîq û ze’feran
qesrî ’umirim datepîwe darû berdî têk řûxa
berdî binçîney be derxistuwe be seylî nagehan
key xeyałim bû kut wipřî tûşî derdî wa debim
derdî pîrî û derdî yaran derdî dûrîy mehřuxan
gułşenî şadîm be weyşûmey xezan wa bote pûş
dił be ḧesret, quř depêwê mîslî pîrî baẍewan
xase her bo xermenî ’eyşî mine naził debê
herdemê berqî ẍezeb mewcî le ḧewtem asman
xawyey qehrî semûme têkî da baẍî murad
çawî xadîmPen name eşk eřêjê da’îma wek nawdan