eka dulber demê bazî be çogan

From the Book:
Dîwanî Xadim
By:
Khadem (1895-1953)
 1 minutes  507 views
eka dulber demê bazî be çogan
serim dana weku go boy le meydan
xedengî cergî kun kirdim le herla
weku xar pişte cerg û dił be peykan
beramber padşahî kîşwerî ’eşq
gurêzanin hezaran şahî êran
eger zahîd hîlak bê mîslî ken’an
le eşkim eyxeme naw mewcî tofan
ḧeqî bû çunkî çawî kewt be çawit
eger layda le mezheb şêxî sen’an
dûçawim çawenořî pîrehen bû
le kułbey ḧuznewe wek pîrî ken’an
le giryey xadîmPen name erjê wa beser řûy
’eqîq û lu’lu’u hem duřu mercan