bisim alilh alirḧîm

From the Book:
Dîwanî Xadim
By:
Khadem (1895-1953)
 4 minutes  735 views

şukir û supasêkî zor û bê jimare û ḧemd û senay bê qyas be jimarey sitare qabîl û layq be xudayeke ke le qetrey awewe serubałayekî xelq kirduwe û le qetreyekî baran gewherî lenaw sedef danawe, bê hemtayeke ke her ḧerfî le lewḧî zuban be ẍeyrî esma’î şerîfî ew carî bê batîle, we neqşî seḧîfey qilûb becuz teḧrîrî sîfatî ḧemîdey zayle we ferdyet û tenhay ew le derkî îdrakî ezwacî fîtret îmkan munezzihe we mu’eřřaye, we eḧeddyetî le fehim û ’îlmî taq û cûtî îmkan kemala ’eranî muqeddes mubeřřaye, we goşenşînanî zawye û xełwetxaney dił û muceřředatî řêgay ’eqił řêgayan be nuqtey eḧeddyetî nebirduwe.

teqrîrî çî bidem? çi biłêm min le zatî ew?
teḧrîrî çî bikem ke hemû layekim xetan

le cêgay ke ḧezretî eşrefî îns û can (s) bifermiwê:

«ma ’irfina ḧiq mi’iriftak ya mi’bud», min biłêm çî û xakî kwê beser xoma bikem, we řezzaqêke eger daykî zeman le yek leḧze milîwnê ewlad bênête wicudewe le xezêney bê dirêẍî yek niqûs bê rozî namênêtewe we mudde’î senaxwanî celal û ’ezemetî ew herzegoye eger pişkutnî gułî ḧemd û senay ew emeye ke dête ser zuban we leser nûkî xamey ’îczewe eřjête ser siseḧîfey dîwanewe ẍunçey xamoşî û bêdengî qabîle zyatir xoy bipêçêtewe serî nedamet û xecałet bixate berokî xoyewe, eger aşkirakirdin û nîşandanî defterî ’îlim û me’rîfet emeye ke ême eykeynewe we nîşanî edeyn me’nay nezanî hezar mertebe fehmîdetre û her gah wesfî kîbryayî ew le bêdengî epirsim ełê hawar bike weqtî suraẍî le zuban û giftigu ekem ełê bê deng be, ’îlim û ’îrfan û xîred bo derkî em esrare hawserî cehil û nezanîne we hoş le perdey teḧqîq û zanînî em ḧeqîqete nîqayî şêtî û dêwanegî beser řûy xoya kişawe we her kesê byewê temennay wîsalî bika û le saẍîrî ’îşqî ew cur’ey badey zułałî miḧebbet binuşê ebê be ’îciz û xaksarî be nîstibetî le meqamî hestî û xudbînî bête derewew le mułkî kemnawî û fenada cêga bigrê we mirdin le pêş mirdin we bûnewe xak lih pêş ewey bête xak îxtyar bika û murẍî can perwaney be ewcî kibîr be peř û bałî sûtaw û hełirjaw nebê îmkan nîye we ’eqłî salim zeřřeyê derkî esrarî em ḧeqîqete bika ebê le seḧray cinûn meşqî weḧşet bika çunkî em mektebe yê derkî derkewe k bê şi’ûrî şi’ûrewe řahrewî em řêgaye piř dar û diřk û şîwe ebê be çiray şerî’etî ẍeřřay miḧemmedî (silî alilh ’ilîh wisilim) qedem le řêgadanî û be destyarî û peyrewî ḧezretî şahî lulak ke cîlwe û şu’ley bê endazey ew çiraye ke bo em şebistane û her bem terze hezar hezar selat û selam leser le ser ruḧî piř fitûḧî ḧezretî xatim alanbya’ ’ilîh alsiluة walsilam wicûdî mubarekî xatemêke becuz neqşî «hu alilh»y lê neqiş kirawe we ’aşîqêke le şewî esray wîsal le xełwetxaney «ebît ’ind ribî» be badey zułalî miḧebbet mestî ḧuzûr buwe, we be xełatî «lulak» ser’efraz buwe, le weqtî ’irûcya em şî’re witra:

melayk sef be sef hatin be îstîqbalî em şahe
le bo resmî teḧîyat û hedîyat û senaxwanî
be ewcî kîbrya quwey le perwaza nema cibrîl
le řêgada becê mawe ewîş tunditir bû bo seyranî

zehî se’adet bo durdinoşanî saẍerî em meyxaneye ke her yek be new’ê kewtûne ḧałatî mestîyewe, yekêt le ḧałî îstiẍraqa, we ne’rey «sibḧanî» exate dinyawe, yekê canfîdakarane hawarî «ئەناالحق» le serî darewe biłind eka, yekê lejêr barî emanet dûla ebêtewe, yekê le sozî derûnewe be eş’arî neẍiz û mestane şorî cinûn exate dinyawe we her çî heye cîlwey eweye dête zihûrewe û kobûnewey em aw û şepole ke buwe be deryay muḧît û coşî em behare guł û laley hênawete pêşewe we le xatîmeda herçî eybînî cîlwey ’îşqe ke be hezar new’ enwênê.

tewaw bû dîbacey dîwanî behar’aray ’eşq ke le hełbeste kurdîyekanî xadim le şarî silêmanî witrawe.