le min napirsî mawum ya nemawum

From the Book:
Dîwanî Xadim
By:
Khadem (1895-1953)
 1 minutes  520 views
le min napirsî mawum ya nemawum
be tîrî ẍemzey nazit kujrawum
be kiłpey agirî dûrî û cudayî
wekû qeqnes le yanem da sûtawim
ebed nawestê xwênî dił le çawum
tikey wêrane małe eşkî çawum
le dîwanî sefay bezmî meḧfel
nîşanim bê nîşan bû win bû nawum
weku ahû le seḧrayî miḧebbet
be pencey şêrî ’eşqit têk şikawum
xeyałit ḧazre da’îm le diłma
eger çî ẍaybî zahîr le çawum
be sozî agirî ’eşqit debirjêm
zemanêke ke çî hêştake xawum
jyanim jane bê wesłî řuxî to
te’amim zehre hem zeqûme awim
epałêwê wicûdim xwênî cergim
le ḧałêka ełêy guzey şikawim
ełê xadîmPen name le dûrî bezmî ’uşret
weku řiştey emel îmřo pisawim