lezzetî dunya seraser cumle azarî diłe

From the Book:
Dîwanî Xadim
By:
Khadem (1895-1953)
 2 minutes  635 views
lezzetî dunya seraser cumle azarî diłe
lem şewî tarîke umêd çiraẍan muşkîle
çaw hełênanim kefîlî firsetî dîtin nîye
cîlwey em şem’e aẍûşî weda’î meḧfele
weḧdet wiksiret hem aẍûşî yeken cîsim wican
karwan eřwa şew řoj çawenorî menzîle
çaw ne tenha kasî derwezey dîdarte
her serî mûy min weha bo dergehî to sa’île
ger gunahêkim hebê mestî mey dîdartim
bêxudî em cîlweyem teklîfî hoşim muşkîle
ẍeyrî teslîmim penahu çareyekî tir nîye
sayey ger bo serim bê dest û tîẍî qatîle
herçî neqşêkî le sefḧey dił binûsê xamekem
bê xetî zamî xedengî to hemû her batîle
dane ger têkeł be aw û gił bû řîşey derdeçê
ulfetî ten ba’îsî fîkirî perêşanî diłe
neqşî şadî xiste sefḧey çemen badî seba
mujdebê bilbilan řojî wîsalî řûy gułe
afetî asayşim ta fikiruhoşî têk nedam
bê xeber bûm lem mu’emmaye ke mecnûn ’aqłe
bê xiroşî nałe ’eyşî ’aşîqan kamîl nîye
boyê gułşen mewc eda çun piř le nałey bilbile
newbeharî dehre xadîmPen name’uşretî řengî nîye
çake lêy derçîn wekû şewnim gułî bê ḧasîłe