min pêş ewey ke bimirim û bimken nîhan le xak

From the Book:
Dîwanî Xadim
By:
Khadem (1895-1953)
 2 minutes  487 views
min pêş ewey ke bimirim û bimken nîhan le xak
kirdûme seyrî zemîn û zeman le xak
bem zewqî bade zeḧmetî ab û giłim ke çû
hełsame pê le ẍefłetî xwabî giran le xak
leb řîz ebê wicûd be mîslî qedem le mey
daym biławe bonî şerabim nîhan lexak
eşkî felek le řişkî zewî carîye le erz
katê şehîdî ’îşq eken aşyan le xak
xakim le awî giryey bilbil bo bû xeyr
herçend bikem le dûrîy gułşen fuẍan le xak
herçend ke daẍî cergime daẍî tirî leser
wek lalezare qebrû mezarim nîhan le xak
murẍî huma teme’ le turbetî ’aşîq eka meger
lem řeng û boye cîlwe eka îstîxwan le xak
bo şewqî xendeyeke kewa zewqî giryekem
mujgan le herdû dîde eka xunfişan le xak
darî gułî qefes bû meger bulbulî diłim
wextê le hêlke daye eka aşyan le xak
qet’î nezare bo gułî řûy to muşkîle
giryan mîsałî hewre lebo gułistan lexak
qet’î zuban betîẍî miḧebbet eka ḧebîb
ḧerfê ke hem bû dulberim eyka nîhan le xak