seḧer dîfa’î ẍemim bû demê eçûm bo baẍ

From the Book:
Dîwanî Xadim
By:
Khadem (1895-1953)
 1 minutes  550 views
seḧer dîfa’î ẍemim bû demê eçûm bo baẍ
ke bełkî herweku bilbil bikem ’îlacî demaẍ
nezarey gułî sûrim ehate meddî nezer
le zułmetî şewî yełda bu şu’leyekî çiraẍ
dû çawî nêrgisî şehla guşade bo dîtin
le ser dił wicgerî lale ḧesret û sed daẍ
zuban guşade bû bilbil le wesfî fesłî behar
dehen guşade şeqayq be neşryat û belaẍ
gułîş be ḧusin û cewanî ẍirûrû mestî kird
benazu’îşwe kewa hatewe bo gułşen û baẍ
ẍirûrî ḧusne ke musteẍnîye le ’aşiqî xoy
kenare gîre le bilbil hezar gune firaẍ
ke şew çiraẍe le şewda, çiraẍe gewher bes
welî cemałî to řojuşewe mîsałî çiraẍ
cemałî şahîdusaqî ẍenîmete xadîmPen name
şerab xaneye bo to mekanî emin û fîraẍ