yadim bo nakey yadit bexêr bê

From the Book:
Dîwanî Seyfulquzat
By:
Seyfulquzat (1876-1945)
 4 minutes  1089 views
yadim bo nakey? yadit bexêr bê!
we’dey zû hatin, wexte zor dêr bê
hêndem temaşay řêy hatinit kird
çaw, xêl bûn leser serban û sergird
řêgay kultepeNamed-Entity dûr û dirêje
hatnî «’ezîz»m yekcar lemêje
ḧesenPen name le dûrît nexoş û gêje
ta mabûm nemdî, hatî bînêje!
derdî bêderman her dûrî toye
be bayek demirim, dejîm bew boye
derdêkî damê dermanî nekird
şemał be befrî kwêstanî nekird
jînim pê xoşe, diłim pêy xoşe
ke tom lê dyar bê le ban û ḧewşe
firmêskim le çaw deřjên le dû dû
ewlam tetehû, em lam ceẍetû
jînim be boney «’ezîz»m xoşe
her kes toy newê bê hoş û goşe
dostî û řastî, parçêk bû kiřa
be bejin û bałay berzî to biřa
le derdî dûrît xom deẍafłênim
çinar lêdedem, pel deçeqênim
le gwêgcelîNamed-Entityřa coy comal dekem
le muşîrabatNamed-Entityy aşbetał dekem
le «’ebdułłabat» baẍî badaman
zorim çeqandin destim be daman
kanî kûzełeNamed-Entity her wek xoyetî
ḧusênî ḧacîNamed-Entity her boxoyetî
şukir kuřekan ewêsta çwarin
le penay xuda û ḧîfzî çwar yarin
’umerNamed-Entity û ’usmanNamed-Entity, bûbekirNamed-Entity û «řeḧîm»
byanbexşê pêman řeḧmanî kerîm
«burcî bełek»y ber derkêt mawe?
ya be bay dwênê û pêrê řûxawe?
xełwetî řûxaw, çakit kirdewe?
«westa memed»t lêre birdewe?
çit kird? çeqandit baẍî bermałan
řîşem ḧazirin herzan û tałan
eger depirsî wez’î zemane
mîllet perêşan, aman amane
karî kurdekan, xozge be pare
herkes be derdêk çû, giriftare
cem’êk be byanûy «tecdîdî nezer»
sergerdan kiran le qapî û le der
letaw meşmûlî, kurdî mukiryan
kiçyan arezû, lebatî kuřyan
meşmûlî xoşe, zor muqeddese
nek bo kesêkî bê gewre û kese
le xełkî deden, «sicîlit» kwanê?
małî qaçaẍit leser dûkanê
yekî dî degirin «kwanê kiławit?»
boçît leser na, şedey biławit
tûtnî nûsrawit bo kwê birduwe?
îmzay małyet kwa wergirtuwe?
be yekêk dełên: kuřeket hełat
debê peyday key, řêy hat û nehat
genmî destênin be byanûy qişûn
wiştir be bêgar degirin bê qanûn
hawar le zułim û zorî emnîyan
nîyey nazanin, nabîyê gwêyan
ewane hemû byanûn bo pûłî
bebê qanûnî û bebê usûłî
hênde puł dira bo def’î şeřyan
betał bûn cîb û gîrfanî piřyan
ne aẍawet man, ne mîr û mezin
«herzin û bizin, çyayê mezin»
xudaya! meger kurd êranî nîn?
le însan xarîc, mexlûqêkî dîn?
le tam çoteder mezlûmîy kurdan
xudaya! řeḧmê, be çikole û wirdyan
derdî dił bes keyn ledes nakesan
çun her xudaye kesî bê kesan
her kes le xoyda serdarî nebê
ḧałî her waye, axrî wa debê
bixiwênin çake heta detwanin!
bełke teklîfî xotan bizanin
eger ḧez deken yekcarî nemrîn,
beyek dî şad bin, lebo yek bigrîn!
qet be xirapî nêwî yek meben!
řencî şan û qoł beheder meden!
çawan le newyan hergîz megêřn!
le biłîndan bang ken, awan hełgêřn!
gurgan be kozî xotan fêr meken!
sey ḧîz û birsî be dizî têr meken
ta key le derkan henasesardî?
çaw ledes xełkî be namuradî
hełnastin le xew hênd xewgiranin
ledway mirdinim qedirim dezanin