besme cefay yar, umêdim nema bekes

From the Book:
Dîwanî Xadim
By:
Khadem (1895-1953)
 1 minutes  598 views
besme cefay yar, umêdim nema bekes
řazîm newa le cewrî bikem îltîca bekes
darûl cinûnî ’îşqe hezaranî derdimend
بۆێ tebîbe yar ke nada şîfa bekes
bem çay fîtne baze eda we’dey wîsał
kîbru celalî wanîye řêga bida bekes
carê nebû leḧałî nexoşîm bika su’al
ḧusnî ẍirûre, manî’e bê aşna bekes
muḧtacî lutfî ton kes û nakes le her teref
nakes ebête kes, ke bikey to wefa bekes
wek aftab û sayeye bo min ḧizûrî yar
em cîlwey cemałe nebû aşna bekes
xadîmPen name neybînî derdî to her yare muxteser
bê řeḧme em tebîbe ke nada dewa bekes