daẍe dił bo çawî wek peymaney mestî şikar

From the Book:
Dîwanî Xadim
By:
Khadem (1895-1953)
 1 minutes  650 views
daẍe dił bo çawî wek peymaney mestî şikar
xo seru meẍrûrî naz wi’îşwe saz û fîtne kar
wek ẍezałî weḧşîye cîlwey le ’alem řem deka
nêrgisêkî şoxî way nenwanduwe baẍî řozgar
ḧîretêkim bû ke bo îcadî neyrengî micnûn
ew le gerdûn muqtebîs ya çerx le ew bû muste’ar
em qyamet cîlweye wek gerdoşî çerxî dû řeng
’alemê bo ew le destî da, ’înanî îxtyar
terzî nazî bê ḧîsab û hem xeramî bê qyas
’îşwey her ’uzûy cîlwey wek sitare bê şumar
goşey ebroy numayan wek hîlalî asman
damenî mujgan şika feyzî seḧer hate kenar
ba wicûdî mîhrî gerdûn řehzenî dû ’aleme
’alemî kirduwe be seydî xoy le mest û huşyar
řoj beyyazî řûy bo xadîmPen name şew sewadî tuřřekey
bestinî mujgan şew lêk kirdinewey subḧî behar