piřtewî ḧusinit ke cîlwey da be mewcî narû nûr

From the Book:
Dîwanî Xadim
By:
Khadem (1895-1953)
 1 minutes  625 views
piřtewî ḧusinit ke cîlwey da be mewcî narû nûr
sîneyî ’aşiq bû hełgîrsa be şu’ley narû nur
têdegen ’alem le zamî sîne esrarî fena
berqî řût mensûrî řakêşa beser dara be zor
lem şerabî weḧdete aşîfte bû çawî nîgah
dûrbîne bû xecałet çawî mexmûrim le dûr
dîdeyî muştaq, musteẍnî le ḧusin to nîye
key qena’etîyye be xermanî dû çawî tengî mûr
cîlweyî nûrî tecellayî firûẍî řûy to
daẍî naye ser diłim wek daẍî laley kêwî tûr
ta serûkarim legeł şahî silêman bestuwe
wa kemer bestem le xizmetya be daym mîslî mûr
xadîmPen name îstîẍna le cennet ger eka bo řûyî to
ehmyet nada be nazû cîlweyî řuxsarî ḧûr