qedî yar serwî cobar û eto ey zulf lawlawî

From the Book:
Dîwanî Seyfulquzat
By:
Seyfulquzat (1876-1945)
 1 minutes  681 views
qedî yar serwî cobar û eto ey zulf lawlawî!
serapa, ḧełqe ḧełqe, wa le bałay berzî aławî
hemû e’zam birîndare le ḧemley tîẍî mujganî
diłim şeyda û perêşane letawî zulfî şêwawî
xirapim kirduwe řoḧ û diłim dana lepênawit
desa qurban! leberçî, bo çî emřo lême torawî?
kelam û ’îşqî to bû ba’îsî meşhûrîy ḧusnî wî
keçî wêsta wekû zulfî leberpêda fiřêdrawî
betundî, yar çi şîrîne cebîn wek ’îqdeyî perwîn
dû kułmî laleyî ḧemra, biroy wek tîẍî xwênawî
diłim řêy kewte nêw egrîce û yarîş biroy daxist
semender nî, lenêw awir ’eceb mawim çilon mawî!
be xałî lêwî birdûmî, be zulfî xawî girtûmî
çi zû ey murẍî zîrek! bûye seydî dane û dawî
bîsatî ’eyş berpake le jêr pê ta nesûřawî
le mestî bade bişkêne heta wek şîşe neşkawî
ḧesenPen name! wa dyare dîsan mubtelay hîcranî yarî to
be eşkî sûr û řengî zerd û ew dû lêwî barawîy!