hate berçawim le seḧra berqî cîlwey nûr le dûr

From the Book:
Dîwanî Xadim
By:
Khadem (1895-1953)
 1 minutes  741 views
hate berçawim le seḧra berqî cîlwey nûr le dûr
agirî eymen bû aya day leçawî mûr ledûr?
her kesê ger şarezabê lem byabane ebê
agirî menził temaşaka leçawî mûr le dûr
zor be sehlî têdegen ehlî hewes binyadî ’eşq
bo nezer nêzîk dyare řêge çend bê dûr le dûr
sed silêman lem byabane win bûn bê eser
gerçî me’lûme leber zu’fî syahî mûr le dûr
nałeyî min bê seda wek bonî guł mewcî eda
bilbilî hênaye ser ḧałatî, wîcdu şor le dûr
ger be sîdqî dił bixiwazê cîlweyî dîdarî yar
dem bedem cîlwey tecella dê le kêwî tûr le dûr
axrî can bazîye bo ’aşîqan dîqet bike
dyare lem seḧraye sêdarew petî mensûr le dûr
mutrîbî ’îşqe tiraney weḧdetî hênaye coş
dête gwêm îmşew le gułşen neẍmeyî tenbûr le dûr
bê temaşa nabê xadîmPen name qet meşaqî îştyaq
bonî pîrahen deka lem řêge çawî kurd le dûr