lebo tefrîḧî dił baẍî cînanê bû ewîş řabûrd

From the Book:
Dîwanî Xadim
By:
Khadem (1895-1953)
 1 minutes  700 views
lebo tefrîḧî dił baẍî cînanê bû ewîş řabûrd
diłîşim meḧremî siřřî nîhanê bû ewîş řabûrd
guzergahî qidûmî ḧezretî cananekem bû dił
xerab abade îmřo ke zemanê bû ewîş řabûrd
muqîmî dergehî meyxane bûm xakî koyî yar
kemałî ’uşretim yek leḧze, anê bû, ewîş řabûrd
le ḧesret çawî xummarî leçawim eşkî xwên barî
be yadî qeddî ře’nam û meyanê bû ewîş řabûrd
nîye seḧrawu جێگاێ be kamî dił bigrîm lêy
kewa bo meḧremî giryem mekanê bû ewîş řabûrd
weku ferhade serbazîm be êşe naḧeqim megirin
lebo def’î ẍemim şîrîn zubanê bû ewîş řabûrd
le tarîkî şewî hîcra le kułbey ḧuzin û endohim
cemałêkî bilûrîn şemi’danê bû ewîş řabûrd
lebo teskînî dił meşẍûłî teswîrî ebû herdem
le sînem neqşî yarî mîhrebanê bû ewîş řabûrd
gelê pejmûrdeye baẍî emel xadîmPen name ke fewtawe
lebo em gułşeney min baẍebanê bû ewîş řabûrd