şêtî kirdim ’îşwe baze xoy be çawî nazî baz

From the Book:
Dîwanî Xadim
By:
Khadem (1895-1953)
 1 minutes  665 views
şêtî kirdim ’îşwe baze xoy be çawî nazî baz
xoy nebê hergîz kesî tir nabê bo min çaresaz
ser lebo xakî berî pêt mayle wek zułfî to
key ebê bem řutbeye nayl bibim waser firaz
menşe’î e’cazî ’îşqe ser le cê pê da’enê
bendeye meḧmûd û sułtane ewa êsta eyaz
’aşîqî kuştin hemû çawit le axir çî deka
nazî ew bê naz emênê ger nebê ehlî nyaz
xasî toye nazenînî û naz wi’îşwey diłfirîb
çunke nazîbî le bo kes řûyî nazîba û naz
şahî kîşwergîrî ḧusnî to le řûyî kîbrewe
carêkî nakey le qetłî ’aşîqanit îḧtîzaz
şerḧî ’îşq û neqşî teswîrit le sînem cêgre
meḧu nabê şerḧe şerḧey key be tîẍî nazbaz
wale ke’bey koyî to xadîmPen name eka se’î û tewaf
çunkî em cêgaye bo min ke’beye û deştî ḧîcaz