mujagan be da’îmî ke leser çawya nîqab

From the Book:
Dîwanî Xadim
By:
Khadem (1895-1953)
 1 minutes  693 views
mujgan be da’îmî ke leser çawya nîqab
ferze be řûy merdumî saḧîb ḧeya nîqab
ḧîret ẍubarî cîlwey ayîne ta bikey
bestûyetî be řengî hicûmî sefa nîqab
hoşim nema le dîtnî cîlwey sewadî xet
ئاگاە nebûm ẍubarî nîgaw bûwe ya nîqab
îzharî zîndegî ’ereqî řûy xecłete
şewnim sîfet ekem le qumaşî hewa nîqab
lem înfî’alî řûřeşî e’malî zuştî xom
bû řûy xecałetim buwe destî du’a nîqab
fehmî me’anî bonî gułim kirdewe le guł
wakirdimî be cîlwey to aşna nîqab
bêgane aşnaye be cîlwey le furseta
gahê exate ser řuxî bo aşna nîqab
esrarî ḧusin wifehmî to xadîmPen name çe dûre lêk
kirdûye bo ḧeqîqetî îdrakî ma nîqab