leřêgey ’eşqya dił şořşê neka çi bika?

From the Book:
Dîwanî Xadim
By:
Khadem (1895-1953)
 2 minutes  736 views
leřêgey ’eşqya dił şořşê berpa neka çi bika?
le dûrîta hemû şew ahû waweyla neka çi bika?
řemî çawî ẍezelan ḧelqey zincîre bo pêy dił
eger dêwane řû herdem le řûy seḧra neka çi bika?
le neş’ey mey bû ’aşîq şahdî ’ehdî «elistArabic»y dî
wicûdî awu xakî xoy eger sehba neka çi bika?
le feyzî suḧbetî pîrî muẍan bû kîmyay dest kewt
le yumnî mey eger xoy yekew tenha neka çi bika?
le mewcî mey le saẍîrda cemałî dulberî dîwe
eger ser danenê hem siřřî xoy efşa neka çi bika?
le seḧrayî cinûn dił meşqî weḧşetîye hemû katê
le custuco soraẍî xeymeyî leyla neka çi bika?
lebo qetlî minî mîskîn be teḧrîkî biroy dulber
îşaret ger be mewcî çawekey şehla neka çi bika?
diłî muflîs xerîdarî cemałî yusfe îmřo
le bazarî miḧebbet ’îşq eger sewda neka çi bika?
le camî weḧdeta mexmûrî reḧraḧî ezel bê dił
be mewcî cîlweger deycûryan beyza neka çi bika?
hicûmî bo diłî xadîmPen name ke hêna cîlweyî ’îşqî
le bazarî miḧebbet xoy eger řîswa neka çi bika?