wek demawend bûm le matem wa le serma tem nema

From the Book:
Dîwanî Xadim
By:
Khadem (1895-1953)
 1 minutes  685 views
wek demawend bûm le matem wa le serma tem nema
dił le ḧuzna řûy le şarê kird le serma tem nema
dîde bê bîna bû wek ye’qûb le kulbey ḧuznewe
bonî pîrahen beserya hat le serya nem nema
fikirî ’erzî ḧałî xom bû na le xizmetya bikem
mestî wa kirdim nîgahî hoşî ew katem nema
mu’cîzey destî silêman bû lexateda nebû
kewte destî dêwî serkeş hîç le naw xatem nema
xoy kerîmî mutłeqe teb’î sexakan her lewe
êstekeş her baqîye her çend kexoy ḧatem nema
we’deyî wesłî ke dulberdawe nêzîk buwetewe
mujdeyekî xoşe yaran , girye řoyî ’em nema
ta ebed lem mesnîye nayemewe serxo îtir
fîkirî bezmî mutrîb û saqî û meyxanem nema
dił be neqdî şadî sewdayî wîsalî yar eka
firsetî nakamî hîcran êste zoru kem nema
dił le daxî agehî sûta be wehmû zennewe
hate sercîlwey yeqîn xadîmPen name ke wehim wihem nema