le swêy gîpe û serupête serim wek saz û semtûre

bo ḧacî řeḧman‌aẍay muhtedî
From the Book:
Dîwanî Mela Marf Kokeyî
By:
Mela Marif Kokeyi (1875-1945)
 2 minutes  913 views
le swêy gîpe û serupête serim wek saz û semtûre
lebo yek keşkek û şorbate sînem şîbhî şeypûre
lebo cerg û diłî xoşbo be ’etrî cewherî lîmo
le mêje cerg û dił dekułê şebîhî aşî ser kûre
be mîzrabî xeyał û tar yarî taskebabêke
řeg û řîşey wicûdim yek be yek wek tarî semtûre
tebî’et gerçî řencûre qerîḧe gerçî barîke
lebo goştî qełew e’za hemû wek xîge estûre
le çêştî berbesêł û goştî tazey berxî yeksałe
ke meḧřûmim ’ezîzim çilçiraẍî dîde bê‌nûre
tebîb û dukturim pak îmtîḧan kird îttîfaqyan bû
deway em derdeye ya kawře ya gîske ya kûre
debînim ehil û beytî kes nîye lem şareda emřo
meger zatê be îbnulmuhtedîPerson me’řûf û meşhûre
eger řastit dewê pyawî xesîs û pîs û dest qûçaw
nebê çake eger bişbê meqamî awî amûre
wekû bîstûme wextî bexşiş û hîmmet der û banî
le muḧtac û feqîr û bênewa wek beytî me’mûre
egerçî kakî kokîPen name nîsbeten to şa’îrî çakî
welî çun îḧtyacit zore şê’irit boye menfûre