herwekû şamî ẍerîbane nehar û şamim

bo ḧemed aẍay ’ebbasî, malîkî gundî "sera" nûsrawe
From the Book:
Dîwanî Mela Marf Kokeyî
By:
Mela Marif Kokeyi (1875-1945)
 1 minutes  884 views
herwekû şamî ẍerîbane nehar û şamim
dem‌be‌dem muntezîrî peykî fena û î’damim
muddetêke ke le «serçawe»yî lutif û keremit
xałî û wîşke lebî cam û meram û kamim
ḧałetim boye perêşane diłim ẍemgîne
xwardinim xwêne wekû zeyẍemî xwên‌aşamim
mudde’îş pakî leser kilke wekû ’eqreb û mar
lêdeden nêşî melamet le ten û endamim
wa dezanin ke îtir min le «seray» merḧemetit
bê‌nesîb û nimek û munqetî’ul’îkiramim
mewqî’î hîmmete ey fexrî benî ’ebbasî
musteḧeqqî kerem û cayze û în’amim