ḧusnî edeb bû manî’ bu řû beřûy yara

From the Book:
Dîwanî Xadim
By:
Khadem (1895-1953)
 1 minutes  776 views
ḧusnî edeb bû manî’ bu řû beřûy yara
îzharî ḧałî xom kem nem bû be qet’î para
zennarî zułfî toy dî herkes mirîde wek şêx
teqlîdî dînî xoy kirdibû mezhebî nesara
zułfî weku mecûse talîb be naru nûre
ḧelqey be dewrî ’azîz kêşa be řûy yara
her şew heta seḧe گاە yadit enîsî řuḧe
axu bexatrî to ke dîm le řojgara
ḧusnî to řuz efzûn meşhûre wa le ’alem
’îşqî minîş zyatir efsaneye leşara
řîswaw derbeder bûm mecnûn sîfet le herla
bo ’îşqî řûy leyla cêgame deşt û sara
’aşiq mîsalî řêwî şêrî jyane me’şûq
xadîmPen name le çingî ’îşqa kwa çare cuz medara