kurdan ke caran le êran şa bûn

From the Book:
Dîwanî Seyfulquzat
By:
Seyfulquzat (1876-1945)
 1 minutes  985 views
kurdan ke caran le êran şa bûn,
êsta jêrdest û pest û geda bûn
cêy řaw û seyrî karî kurdan bûn
le řewey kêwan neřey şêran bûn
ta pêkewe bûn hemû bira bûn
ke lêk dabřan, cerg biřaw bûn
êste yek yekyan le xew řa řabûn
ke saḧêb fîkir û tegbîr û řa bûn
emřo bizanin ke beşxurawîn
le burcî xoman wedûr xirawîn
takey jêrdestî û îta’et kêşî?
lazme bome me’al endêşî