temenna waye îmřo yar nezer ka

From the Book:
Dîwanî Xadim
By:
Khadem (1895-1953)
 1 minutes  719 views
temenna waye îmřo yar nezer ka
bînay hestî le diłma der beder ka
be miłkî nyetî û bednawî herdem
ebê dił da’îma ’ezmî sefer ka
fena bo ’aşîqan axir beqaye
le camu menseb û ḧîtmimet ḧezer ka
ferîzey ’aşîqane çûne serdar
weku mensûr ebê her terkî ser ka
aka wêran eger em şahî ’îşqe
le îqlîmî diłim wextî guzer ka
xeyałî maçî lêwî dête xatir
eger dił arezûyekî şeker ka
le tirsî nawwikî ẍemzey bû xadîmPen name
xerîke ger diłî xoy bo super ka