neçme xaneqay dûřoy ’usmanî

pařaneweye le pîranî terîqet
From the Book:
Dîwanî Şakelî
By:
Sheikh Ehmed Shakeli (1905-1980)
 2 minutes  699 views
neçme xaneqay dûřoy ’usmanî
nebme perwaney loksî îmanî
dił nesûtênim bew şu’le germe
er ney sûtênê, em laşe nerme
ya nebme bulbul bo ẍunçe lêwê
negrîm û çawim, awê nepêwê
eşkî ḧesretim, le axir sata
eřjê û bê sûde lew dem û kata
ya nebme tûtî lew şekir sane
şerbet nenoşim, we bê pêwane
ebî wek meges bîdem û serma
destî swawî esef le şerma
ya weku qumrî tewqî ’îbadet
neykeme gerden le řêy se’adet
be peyřewî řûy ’usmanî zana
zana be ’îlim û qelb û tewana
esîru bendey seyru hewa bim
le herdu sera her bê me’wa bim
we şem’î cem’î yaranî gyanî
xot nesutênî şew ta beyanî
ser tapay wicud bitawêtewe
giryan cerîmey bişarêtewe
wek zîwî xalîs derçî le bote
katî tewbeye bo min wutûte
ewsa tewawe’îşqî ’usmanî
layeq we zumrey meclîs ewanî
erna alûdey wek topiř xeta
meylî meclîsî ewanit xeta
şakelîPen name şêwet giryan û şîne
we derdî dûrî diłit birîne
wek tem û hewre buxarî sîne
bêşewqîm dûrî siřaceddîne